BI DÎMEN

Li Îranê şer kete roja 8’an: Windahî zêde dibin

Êrîşên ku DYE û Îsraîlê 8 rojan beriya niha li dijî Îranê dane destpêkirin, berdewam dikin. Îranê diyar kir ku ji îro pê ve ger li dijî êrîş neyên kirin ew ê welatên cînar hedef negire.

Êrîşên ku DYE û Îsraîlê 8 rojan beriya niha li dijî Îranê dane destpêkirin, berdewam dikin. Li gel bersivdayîna Îranê şerê li Rojhilata Navîn hema bibêjin bandor li hemû welatan kir. Îsraîl û Îranê bi tevahiya şevê êrîşên xwe domandin.

PEZEŞKIYAN: ÊDÎ WELATÊN CÎNAR NAYÊN HEDEFGIRTIN

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan da zanîn ku li gorî biryara konseya serokatiya demkî ya Îranê bi qasî ku li dijî Îranê êrîş neyên destpêkirin, ew ê tu welatên cînar hedef negirin.

LI ÎRANÊ KESEKÎ DIN Ê PILEBILIND HATE KUŞTIN

Televîzyona Îsraîlê ya bi navê Kanal 12 da zanîn ku Esxer Mirhicaz ê şêwirmend û berpirsiyarê ofîsê yê serokê olî Ali Xameneyî li Tehranê di encama êrîşa hewayî ya hêzên Îsraîlê de hatiye kuştin.

ÊRÎŞÊN LI ÎRAN Û ROJHILAT BERDEWAM KIRIN

Li nêzîkî bajarê Reşt ê girêdayî eyaleta Gilan a Îranê gelek teqîn çêbûn.

Duh bîna û biryargehên aîdî polîs û artêşa Îranê yên li bajarên Sine, Bane, Îlam, Mahabad, Miyandaw, Makû, Bazirgan, Selmas û Kirmanşanê hatin bombebarankirin.

ÎRANÊ PERGALÊN RADARÊ YÊN LI BAE Û URDINÊ HEDEF GIRTIN

Muhafizên Şoreşa Îranê, radar û pergalên hişyariyê yên DYE’yê yên li Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî û Urdinê bi moşek û balafirên bêmirov hedef girtin.

Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê da zanîn ku wê li dijî Îsraîlê pêleke nû ya êrîşên moşekan daye destpêkirin. Artêşa Îsraîlê jî têkildarî vê yekê daxuyaniyek da û ev yek piştrast kir.

IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DÎSA DI HEDEFÊ DE BÛN

Duh bi şev li dijî Otêla Rotana Arjaan û Sky Towers ên li li ser Cadeya 100 Metre ya Hewlêrê bi balafirên bêmirov êrîş hatin lidarxistin.

Îranê, duh li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê êrîşên dijwar pêk anîn. Kampa Azadî ya girêdayî Hewlêrê ya aîdî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) ya li Koyê sê caran bi dronan hate hedefgirtin. Hate ragihandin ku di encama êrîşan de kesek bi sivikî birîndar bûye.

Hêzên hewayî yên DYE’yê ji saetên bi şev û pê ve xalên aîdî hêzên Haşdi Şaabî yên li Mûsilê bi dijwarî bomberan kirin. Balafireke şerî ya DYE’yê şeş moşek avêtin nêzîkî baregeha Haşdi Şaabiyê ya li herêma Raşidiye a bakurê Musilê.

Li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Basra a li bajarê Basrayê û qadên petrolê yên li herêma berbehs bi balafirên bêmirov (IHA) êrîş hatin lidarxistin.

ŞER Û PEVÇÛN KETIN ROJA XWE YA 8’AN

Li Tehranê di roja 8’an a şer û pevçûnan de gelek teqîn çêbûn. Ev êrîş piştî ku Îsraîlê ragihand ku wê li dijî Îranê êrîşên berfireh dane destpêkirin, pêk hatin.

Her wiha li Qudsê jî dengê teqînan bilind bû. Ji ber moşekên ku ji aliyê Îranê ve tên avêtin piraniya welatiyên Îsraîlê berê xwe dane stargehan.

Sibeha Şemiyê jî li Bahreynê dengê sîrenan bilind bû ku ev yek weke belavbûna şer û pevçûnan a li herêmê hate nirxandin.

Li gorî rayedaran di encama êrîşan e heya niha zêdetirî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûne.

Di gel ku nayê zanîn şer û pevçûn wê kengî bi dawî bibin jî Donald Trump roja Înê li ser medaya dijîtal daxuyaniyek da û gotibû ku ji bikî teslîmiyeteke bêyî şert û merc wê bi Îranê re tu lihevkirin neyên îmzekirin. 

HRANA: HEZAR Û 172 SIVÎL HATINE QETILKIRIN

Human Rights Activists News Agency (HRANA), di roja 7’an a êrîşan de raporek weşand. Li gorî rapora HRANA’yê ji êrîşên destpêkê heya niha li 28 eyaletan di çarçoveya 136 bûyeran de herî kêm 664 êrîş hatine kirin.

Raporê diyar kir ku di encama êrîşên 24 saetên dawîn de 4 welatiyên sivîl hatine qetilkirin û 9 jî birîndar bûne û hate eşkerekirin ku ji 28’ê Sibatê heya niha 194 jê zarok hezar û 172 welatiyên sivîl hatine qetilkirin. Raporê destnîşan kir ku 176 leşkerên rejîmê jî hatine kuştin û hate îfadekirin ku hê 284 bûyerên mirinê nehatine zelalkirin.

YEKÎTIYA EREBAN WÊ TÊKILDARÎ ÎRANÊ BICIVE

Yekîtiya Ereban ji bo nîqaşkirina êrîşên Îranê yên li ser welatên Ereban wê sibehî di asta wezîrên karên derve de civîneke lezgîn li dar bixe. Civîn bi daxwaza welatên weke Erebistana Siûdî, Kuweyt, Umman, Urdin û Misirê wê bi rêya telekonferansê were lidarxistin.